Vîrusa Koronayê: Heta niha 3099 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 3 hezar û 99an.

Vîrusa Koronayê: Heta niha 3099 kes mirin

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 3 hezar û 99an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komisyona Tenduristiyê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku li welêt di nav 24 saetên dawîn da ji ber nexweşiyê 38 kes mirin, di 44 kesan da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin.

Li welêt hetanî niha 2 kes li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê bi tevahî 3 hezar û 99 kes mirin, 80 hezar û 695 kes jî bi Kovîd-19ê ketin.

Hejmara kesên lê dikevin şikê Kovîd-19 bi wan ra heye bû 458, hejmara kesên hildane kontrolê dakete 23 hezar û 74an, hejmara kesên şandin malê wan jî derket 50 hezar û 65 kesan.

Li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê hejmara nexweşan gihîşt 109an, li Herêma Îdareya Taybet a Makauyê jî wek 10 kes hat îlankirin.

Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû.

Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê asê mabûn, texliye kiribûn.

Şewb ji ber ku gelekî zû belav bûbû Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî "rewşa acil" îlan kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE