Vîrusa Koronayê: Heta niha 3122 kes mirin

Li Çînê ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 22 kes mirin, 40 weqayên nû hatin tesbîtkirin.

Vîrusa Koronayê: Heta niha 3122 kes mirin

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî, li Çînê ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 22 kes mirin, 40 weqayên nû hatin tesbîtkirin.

Bi vî awayî hejmara yekûn a miriyan a li welêt 3 jê li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê, derket 3 hezar û 122yan û herwiha weqayên Kovîd-19ê jî derketin 80 hezar û 735an.

Dîsa li welêt hejmara kesên ku guman heye Kovîd-19 kişiyaye wan, berjêrî 421an, hejmara kesên di bin mişahadeyê da jî berjêrî 20 hezar û 146an bû. Herwiha hejmara nexweşên ku qenc bûn û hatin tabûrcîkirin jî derket 58 hezar û 600î.

Ji xeynî axa sereke ya Çînê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 114an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî wekî 10 hat ragihadin.

Kovîd-19 ku cara ewil 12ê Berfanbara 2019an li eyaleta Hubeyê ya Çînê li bajarê Vuhanê hatibû tesbîtkirin, di kurtedemkê da li bajar û welatên din belav bûbû. Li ser vê yekê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa bilez" ragihandibû.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE