Vîrusa koronayê: Li Îranê hejmara miriyan derket hezar û 934an

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur daxuyanî da televizyona dewletê ya Îranê û destnîşan kir li Îranê 24 saetên dawîn ji ber vîrusa koronayê ya nû 122 kesên din jî mirin.

Vîrusa koronayê: Li Îranê hejmara miriyan derket hezar û 934an

Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 122 kesên din jî mirin û hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket hezar û 934an.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur daxuyanî da televizyona dewletê ya Îranê û destnîşan kir li Îranê 24 saetên dawîn ji ber vîrusa koronayê ya nû 122 kesên din jî mirin.

Cîhanpur diyar kir hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket hezar û 934an û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine jî derket 24 hezar û 811an.

Wek mayîn hat destnîşankirin 8 hezar û 913 kesên hatine dermankirin jî ji nexweşxaneyê hatine derxistin û 41 milyon kes jî ji kontrola tenduristiyê hatine derbaskirin.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE