Vîrusa Koronayê: Têketîna ji bo 2 eyaletên li Îranê qedexe ye

Wekî mayîn hat diyarkirin ku rêbejaya di navbera Ramsera bajarê Mazenderanê û Gîlanê da jî ji bo çûyîn û hatinê ji herdu aliyan va hat girtin.

Vîrusa Koronayê: Têketîna ji bo 2 eyaletên li Îranê qedexe ye

Mazenderan û Gîlana eyaletên Îranê yên ji herêmên tetîlê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) wekî tedîr ji çûyîn û hatinê ra hatin girtin.

Huseyn Hesennejadê Alîkarê Waliyê Mazenderanê daxuyanî da ÎSNAya Ajansa Xeberan a Xwendekarên Îranê û diyar kir ku ew ê destûrê nedin wesayîtên ji bo bimînin ji rojavayê bajêr ra tên ku têkevin bajêr.

Hesennejad diyar kir ku ji bo pêşî li belavbûna vîrusa koronayê ya nû bibirin pîlana kontrolkirin û şopandina wesayîtan xistin rewacê, di çarçoveya vê pêkanînê da ew ê destûrê nedin wesayîtên ji bo bimînin tên bajarokên Mazenderanê.

Wekî mayîn hat diyarkirin ku rêbejaya di navbera Ramsera bajarê Mazenderanê û Gîlanê da jî ji bo çûyîn û hatinê ji herdu aliyan va hat girtin.

Seîd Nemekiyê Wezîrê Tenduristiya Îranê di daxuyaniya xwe ya duh da bangî welatiyan kiribû ku bira welatî tetîlê wekî firsend nenirxînin, seyahet nekin, ew ê li bajarên lê nexweşî hene ciyên kontrolê ava bikin û çûyîn û hatinê kontrol bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE