Waliyê Belgorodê: Helîkopterên artêşa Ukraynayê li rafîneriya neftê ya Rûsyayê dan

Waliyê Belgorodê: Helîkopterên artêşa Ukraynayê li rafîneriya neftê ya Rûsyayê dan

Vyaçeslav Gladkovê waliyê Belgorod a bajarê Rûsyayê ye got ku helîkopterên artêşa Ukraynayê êrîşî ser rafîneriya neftê ya li bajêr kirin.

Gladkov daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di rafîneriyê da ji ber teqînê agir bi der û dorê ket.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku êrîş bi destê helîkoptêra artêşa Ukraynayê ya nizim firiya derket.

Gladkov ragihand ku di êrîşê da tiştek bi kesî nehat.

Wezareta Rewşa Acîl a Rûsyayê jî daxuyand ku sivîlên li cî û warên nêzî rafîneriya qasî 40 kîlometre ji sînorê Ukraynayê dûr e ji herêmê hatin derxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE