Waliyê Kerkûkê Seîd:"L i herêmê qedera 150 DEAŞî hene "

Waliyê Kerkûkê diyar kir li herêmê qedera 150 DEAŞî hene ku ewlekariyê dixin bin xetereyê

Waliyê Kerkûkê Seîd:"L i herêmê qedera 150 DEAŞî hene "

 Hat ragihandin, li bajarê Kerkûkê yê Iraqê li hêla başûr qedera 150 endamên rêxistina terorê DEAŞê hene ku gelek carî êrîşan pêk tînin.

Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd li ser hebûna DEAŞê ya li hêla başûrê bajêr û operasyonên ku tên kirin, daxuyanî da peyamnêrê AAyê.

Walî Seîd diyar kir, terorîstên DEAŞî herî zêde li herêma Wadî eş-Şay ya li başûrê Kerkûkê hene.

Seîd bal kişand ku ev herêm dikeve navbera parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Diyaleyê û lewma jî kontrola ewlekariya vê derê ne hêsan e.

Walî Seîd bal kişand ku li herêma Wadî eş-Şay qedera 150 terorîstî hene ku ewlekariyê Kerkûkê dixin bin xetereyê û wiha got:

"Van dawiyan bi piştgiriya hêzên ewlekariyê yên Kerkûk, Selahedîn û Diyaleyê va li vir operasyona hevpar hat destpêkirin. Hêzên Asîmanî yên Iraqê jî piştgiriyê didin Operasyona Çakûçê Hesin. Em ji vê operasyonê hevîdar in."

Seîd bal kişand ku ji bo serkeftina operasyonên dijî rêxistina terorê, îstixbarata ji qadê pir giring e û di vê çarçoveyê da ew ji piştgiriya welatiyên ji gundên li başûrê Kerkûkê kêfxweş in.

Walî Seîd her wiha got ku ji bo xurtkirina ewlekariya bajêr, wan li deverên çolterê dest bi avakirina 19 xalên ewlekariyê kirin.

DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, herêm di nav salan da hatibûn xilaskirin.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê serfirazî bi dest xistin.

DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê hat derxistin, bajar û bajarok paşda hatin sitandin, ser vê ra 4 sal derbas bû lêbelê DEAŞ hê li deverên çiyayî yên parêzgehên navborî êrîşên xwe didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE