Wall Street Journal: Trump dixwaze Gronlandê bikire

Hat ragihandin ku Donald Trump di hevdîtinên bi alîkarên xwe ra da behsa kirîna Gronlandê kiriye

Wall Street Journal: Trump dixwaze Gronlandê bikire

Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtinên bi alîkarên xwe ra da behsa kirîna Gronlandê kiriye.

Li gor nûçeya ku li Rojnameya Wall Street Journalê derket, Serok Trump di civîn, xwarin û hin sohbetan da li ser kirîna Gronlandê pirs li şêwirmendên xwe kirine.

Di nûçeyê da hat gotin ku Trump bi eleqeyeke mezin guhdariya bersivên şêwirmendan yên der barê girîngiya Gronlandê ya jeopolîtîk û çavkaniyên wê da kiriye.

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe bide got ku Trump ji bo lêkolîna mijarê telîmat daye şêwirmendên xwe. 

Ji hêla din va li gor nûçeya Associated Pressê Trump ji bo kirîna Gronlandê hin mizakere kirine lê di vê mijarê da cidî nîne.

Der barê mijarê da Qesra Spî û hikûmeta Danîmarkayê hê tu daxuyanî nedane.

Serok Donald Trump meha bê wê Danîmarkayê ziyaret bike.

Harry Trumanê Serokê Amerîkayê yê berê di sala 1946an da ji bo kirîna Gronlanda serbixwe ya rêveberiya wê di dest Danîmarkayê da bi bihayê 100 milyon dolarî zêr teklîf kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE