Wan bi tûrîstên Îranî geş bû

Wan bi tûrîstên Îranî geş bû

Turîstên Îranî yên ku bi armanca tetîla xwe ya Cejna Newrozê ya ji 13 rojan pêk tê xweş derbas bikin berê xwe dan Wanê.

Welatiyên Îranê ku wek turîst tên Tirkiyeyê ji Deriyê Sînor ê Kapikoy a li Seraya navçeya Wanê derbas dibin û tên bajêr.

Li Îranê tetîla Cejna Newrozê dest pê kir û welatiyên Îranî jî ji bo tetîla xwe xweş derbas bikin berê xwe didin bajarê Wanê ku nêzî wan e.

Turîstên mêvanê bajêr in li cihên kêf û şahiyê kêfa xwe dikin, ji cil û bergan bigir heta sol û berhemên kozmetîkê gelek tiştak ji Wanê dikirin. Hinek jî tên pozên xwe emeliyat dikin û por bi serê xwe va datînin.

Esnafên Wanê jî bi pêşîkêşiya Walîtiya Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê va her sal di navbera 15 û 29ê Adarê da Mîhrîcana Danusitendinê ya Wanê (Shopping Fest) organîze dikin. Welatiyên Îranê li kolanên Wanê yên hatine ronîkirin û bi danasînên Farisî va ji esnafên bajêr danûsitendinê dikin.

- Nêzî 21 hezar turîst hatin bajarê me"

Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber zêdebûna turîstan li bajêr qelebalixî heye.

Takva destnîşan kir ku li ber deriyê sînor wesayît ji bo derbasî vî alî bibin di rêzê da ne û wiha domand: "Ji ber tetîla Cejna Newrozê heta niha nêzî 21 hezar turîst hatin bajêr. Li gor qinaeta me wê jimar zêdetir bibe. Dibe qasî 700 hezar turîst bên û heta dawiya salê ji Îranê nêzî 500 hezar mêvan ji Îranê bên bajarê me."

Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Komeleya Otelvan û Turîzmkaran Yunus Yuksel jî diyar kir, ew ji bo ku li bajêr mazûvaniyeke herî baş ji turîstên Îranî ra bikin, dixebitin.

Yuksel diyar kir, ji bo mayîna mêvanan li bajêr heta niha tu tengasî çênebûye û wiha dewam kir:

"Hem ji aliyê Îranê va hem jî ji aliyê Tirkiyeyê va li ber deriyê sînor qerebalixiyeke mezin heye. Dora wesayîtan dûr û dirêj bûye. Piraniya Îraniyan bi wesayîtên xwe tên. Ji ber ku Mihrîcan û Cejna Newrozê rastî hev hat, turîst zêdetir hatin. Vê yekê jî hem turîzmkar hem jî esnafê me kêfxweş kir. Turîstên Îranî tenê ji bo mayîn û tetîlê nayên, bi taybetî seba dan û standinê tên. Îraniyên ku dixwazin tetîla xwe li Wanê derbas bikin, berê xwe dane bajarê me. Di otelan da rêjeya tijebûnê derketiye ji sedî 100. Vê rêjeya tijebûnê em kêfxweş kirin."

Xezal Hestamiya ku ji Tehranê hat jî got, "Em ji bo betlaneya Cejna Newrozê hatin. Em her sal ji bo tetîlê tên Wanê. Wan pir nêzî me ye û ji bo dan û standinê cihekî îdeal e. Em bi malbatî hatin û em ê heta dawiya betlaneyê hem dan û standinê bikin hem jî kêf û şahiyê bikin."

Mîta Esahiyê jî got, "Em ji Wanê pir hez dikin. Ehlê Wanê pir baş in. Me ji bo hefteyekê rezervasyon kir. Em digerin û bêhna me dertê. Em firsendê bibînin, bi eqrebayên xwe ra tên vê derê."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE