Washîngton Postê der barê kuştina Kaşikçî da ji Bîden ra got "soza xwe bi cih bîne"

Îstixbarata Amerîkayê di 25ê Sibatê da der barê kuştina Cemal Kaşikçi da raporek weşand ku rojnameya Washîngton Postê Serok Joe Bîden rexne kir û got ew soza xwe ya hilbijartinê nagre.

Washîngton Postê der barê kuştina Kaşikçî da ji Bîden ra got "soza xwe bi cih bîne"

 Îstixbarata Amerîkayê di 25ê Sibatê da der barê kuştina Cemal Kaşikçi da raporek weşand ku rojnameya Washîngton Postê Serok Joe Bîden rexne kir û got ew soza xwe ya hilbijartinê nagre.

Makale ji hêla Fred Ryan va hat nivîsandin û wiha ahat gotin: "Hilbijêrên Amerîkî ji hesabpirsînên ticarî yên rêvebiriya berê zêdetir hêvî dikirin ku nirxên Amerîkayê dîsa bên parastin. Wan sozên Bîden bawer kir ku ewî digot wek parastvanê mafên mirovan wê Amerîkayê ji nû va ava bike, wê destûrê nede îstisnayên hewcedariyên stratejîk."

Di makaleyê da hat gotin li gor rapora Dîrektoriya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê (DNI) tê teyîdkirin ku ji kuştina Cemal Kaşikçi Mîrzayê Welîaht ê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman berpirsyar e, Bîden di hilbijartinê da soz daye lê dîsa jî li hemberî berpirsyaran têra xwe mueyîdeyan nake.

Hat gotin wisa xuya dike ku ji ber hevkariya stratejîk ji van despotan ra deng wê neyê derxistin, di hin mijaran da hesab bên pirsîn û ji hinekan ra çav bê girtin ev nabe parastina mafên mirovan.

Hat destnîşankirin kesê sûc kiriye nayê cezakirin lê yên di bin emrê wî da wek lîstikvan gotinên wî kirine ceza hildane ku ev ne qanûnî ye, ne exlaqî ye û ne rast e û nivîsê wiha dewam kir: "Selman ji vê tevgera xwe ya xedar direve, ev destê wî xurt dike û cesaretê dide zorbeyên din."

Makaleyê wiha dewam kir: "Wexta wê yekê nîne ku ji bo bidestxistina serokekî ku ji îstiqrara herêmî ra herku diçe dibe tehdîdek qels tevbigerin û di mijara mafên mirovan da teslîm bibin. Bereksê wê wexta wê yekê ye ku nîşanî dinyayê bidin ku xwedîlêderketina nirxên Amerîkayê ji firsendên mawe kurt ên bazirganî û dîplomatîk girîngtir e û ji bo Cemal anîna edaletê wextê herî girîng e."

DNIyê "rapora nirxandina îstixbaratê ya Kaşikçi" ya ku di sala 2018an da hatibû amadekirin lêbelê birêvebiriya serokê berê Donald Trump ji raya giştî ra eşkere nekiribû di 26ê sibatê da weşandibû.

Di raporê da hatibû gotin ku "Em gihaştin wê endamê ku Mîrzayê Welîeht ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman operasyona der barê li Stenbola bajarê Tirkiyeyê girtina Cemal Kaşikçi û kuştina wî da pesend kiriye."

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê heman rojê eşkere kiribû ku digel kuştina Kaşikçi ji bo 76 welatiyên Erebistana Siûdî yên ku navê wan nehat eşkerekirin û bi hinceta ku kesên mixalifê birêvebiriya Siûd tehdît kirine mueyideya sînordarkirina vîzeyê tetbîq dikin..

Digel raporê hemberî Bîn Selman tu pêngav nehatibûn avêtin û ev yek jî bibû sedema rexneyan û Berdevka Qesra Spî Jen Psakiyê duh li CNNê biryara mueyideya dijî Bîn Selman a birêvebiriya Bîden parastibû û wiha axivîbû: "Em wisa bawer dikin ku bi Siûdiyan ra di mijarên hevpar da dikarin qada xebatê bihêlin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE