Wefata Nadir Nadirov

Profesorê kurd ê li Qazaxistanê di 89 saliya xwe de koça dawî kir

Wefata Nadir Nadirov

Nadir Nadirovê ku wek pêşengê gaz û petrolê dihat zanîn li astanaya qazaxistanê koça dawî kir. Nadirov li herêma sowyetan serokatiya rûmetî ya kurdên herêmê kiribû.

Pêşengê gaz û neftê Nadir Nadirov di 89 saliya xwe de wefat kir.

Keça wî Narîn Nadirovayê xebara dilsoj li ser medyaya civakî parve kir.

Nadirovayê got “min bavê xwe ji dest da, wateya gotinê nîne.”

Tedawiya wî li nexweşxaneyê dewam dikir.

Nadirov di sala 1932an de li herêma xweser a Nahçîwanê hatibû dinyayê.

Di sala 1937an de dema li Wanê bûn sûrginî Qazaxistanê hatibûn kirin.

Nadirov di sala 1956an de li Moskowê master kir, di sala 1967an de di warê kîmyeyê de doktora kir.

Di sala 1970an de jî nasnava profesoriyê bi dest xist.

Herwiha Nadirov demekê bûbû mêvanê bernameya “Wext Çawa Derbas bû” ya TRT Kurdiyê jî.

Nadirov li Qazaxistanê wek pêşengekî rûmetî yê kurdan dihat zanîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE