Li gundê Hisê yê navçeya mabeta Efrînê gundî bi destê xwe gundê xwe paqij û nûjen dikin. Gundî ji pirsgirêkên riyan heta gelekên din dest davêjin gelek kêşeyan.
Ev der gundê Hisê yê Efrînê ye.Li gund seferberiya paqijiyê dest pê kiriye.
Rê tên restorekirin, kolan û kuçe tên temîzkirin.
Mezinên gund jî piştgiriya ciwanan dikin da ku gund paqijtir bibe.
Gundê Hisê ji gelek gundên derdorê paqijtir dibe. Kûr û kortalên riyan tev hatin tijîkirin.
Gundî dixwazin ew ji bo gundên din jî bibin mînak.