Welatiyên Sûriyeyê ji bo Eyda Qurbanê diçin Sûriyeyê

Welatiyên Sûriyeyê ji bo Eyda Qurbanê diçin Sûriyeyê

Welatiyên Sûriyeyê ji bo Eyda Qurbanê derbas bikin ji Deriyê Sînor ê Oncupunarê yê li Kilîsê ra derbasî welatê xwe dibin.

Piştî destûra Walîtiyê welatiyên Sûriyeyê yên dixwazin eydê lê welatê xwe derbas bikin hatin ciyên çavdêriyê yê li nêzî deriyê sînor hatibû avakirin û dest bi derbasbûna Ezaz, Mare, Soran, Axtarîn, Raî, Efrîn, Cerablûs û Babê kirin. Herêmên bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ji terorê hatibûn paqijkirin.

Di du rojên ewil da 203 kes ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn.

Mihemed Mistoyê welatiyê Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo Eyda Qurbanê li welatê xwe derbas bike heta ber deriyê sîonr û wiha axivî: "Ez ê bi destûra taybet a Tirkiyeyê da me va derbasî Sûriyeyê bibim. Min gelekî bîriya merivên xwe kiriye. Înşaelah kêmasiya belgeyên min çênebe ez ê herim welatê xwe. Ji nuha va Eyda Qurbanê ya her kesî pîroz dikim."

Hat ragihandin ku welatiyên Sûriyeyê dikarin hetanî 18ê mehê derbasî Sûriyeyê bibin û di navbera 26-31ê tîrmehê da vegerin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE