Welatiyên Tirk ên li Nîjeryayê hatibûn xilaskirin anîn Balyozxaneya Abujayê

Balyoz Abujayê yê Tirkiyeyê Melîh Ulueren: "Êdî metirsî û xemginî qediya. Me 4 welatiyên xwe xilas kirin. Em niha li vir ji ber dîtina welatiyên xwe gelekî kêfxweş in"

Welatiyên Tirk ên li Nîjeryayê hatibûn xilaskirin anîn Balyozxaneya Abujayê

Welatiyên Tirk ên ku li Nîjeryaya yek ji welatên Afrîkaya Rojava ji hêla hin kesên çekdar va hatibûn revandin û bi operasyonê hatin xilaskirin anîn Balyozxaneya Abûjayê ya Tirkiyeyê. 

Welatiyên Tirk bi firokeyê anîn balyozxaneyê. 

Balyozê Abujayê yê Tirkiyeyê Melîh Ulueren daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ber xilaskirina welatiyên Tirk gelekî kêfxweş in û wiha axivî: "Êdî metirsî û xemginî qediya. Me 4 welatiyên xwe xilas kirin. Em niha li vir ji ber dîtina welatiyên xwe gelekî kêfxweş in." 

- "Em şev meşiyan

Ji welatiyên hat xilaskirin Yasîn Çolak got ku ew di dema ku li kafeyê rûdiniştin hatin revandin û wiha axivî:

"Em bi xwe ra birin. Qasî 2 saetan em meşiyan. Paşê em bi motosîkletên xwe birin. Em qasî hefteyekê şev meşiyan û roj jî disekînin. Me tenê nan xwar û av vexwar. Di dema em ji zeviyan derbas dibûn eger rastî me hatiba me zebeş dixwar. Şikûr em hatin xilaskirin. Em niha gelekî baş in. Ez spasiya rayedarên me dikim."

4 welatiyên Tirk ên ku li eyaleta Kwaraya bi destê kesên çekdar hatibûn revandin, di 19yê tîrmehê roja înê hatibûn xilaskirin.

Kesên çekdar 13ê tîrmehê roja şemiyê jî li peravên Nîjeryayê êrîşî keştiyeke Tirkan kiribûn û ji 18 kesên muretebatê 10 kes revandibûn.

Ji bo ku 10 keştîvanên Tirk ên ku li Nîjeryayê hatibûn revandin bên xilaskirin xebat didomin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE