Welatiyên Ukraynayê ji bo eskerên artêşa Ûris a ketiye welatê wan, protesto bikin daketin kuçe û kolanan.
Ji aliyekî va eskerên Ukraynayê bo welatê xwe ji eskerên Ûris rizgar bikin hewl didin û ji aliyekî va jî welatiyên Ukraynayê bangî eskerên Ûris dikin û dibêjin vegerin welatê xwe.
Bi taybetî li bajarê Xersonê ku çend roj berê ket kontrola yekîneyên artêşa Ûris bi hezaran kes alaya Ukraynayê hildan û daketin kolanan.
Di dîmenên ji ser medyaya civakî weşiyane a tê dîtin ku welatiyên Ukraynayê rê nade tankên Ûris derbas bibin.
Şêniyên bajêr dirûşmeyên "Xerson ya Ukraynayê ye" û "Vegerin mala xwe" berz dikin û eskerên Ûris protesto dikin.
Protestoyên serê sibehê li bajêr dest pê kiribûn, dewam dikin.AA