Welatên G-7ê û YEyê derbeya eskerî ya li Myanmarê şermezar kir

Welatên G-7ê û YEyê derbeya eskerî ya li Myanmarê şermezar kir

Wezîrên Karên Derva yên welatên G-7ê û Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyeke hevpar derbeya eskerî ya li Myanmarê şermezar kir bang kir ku divê hember encamên hilbijartina di sermaweza 2020an da hat kirin rêz bigirin û parlemento demildest bicive.

Di daxuyaniya hevpar da hat destnîşankirin ku ji ber girtina Wîn Myîntê Serokdewletê Myanmarê, Seroka Dewletê û Wezîra Karên Derva Aung San Suu Çîî û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl û xeberên di çapemeniyê da gelekî bi fikar in.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Em wek Wezîrên Karên Derva yên G7ê yên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Qraliyeta Yekbûyî û Amerîkayê û Nûnera Bilind a YEyê derbeya li Myanmarê şermezar dikin." û bangî artêşê kirin ku demildest dawî li rewşa derasayî bînin, hikûmeta ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin vegere ser peywira xwe, kesên bi neheqane hatine girtin bên berdan û hember mafên mirovan û serdestiya hiqûqê rêz bê girtin.

Di daxuyaniyê da hatibû destnîşankirin ku divê hember encamên hilbijartina di sermaweza 2020an da hat kirin rêz bê girtin û parlemento demildest bicive û hat xwestin ji bo ku bikarin alîkariya kesên hewcedar bikin destûra ketina welêt bê dayîn.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku welatên G-7ê li ba wan kesan e ku dixwazin ku Myanmarê dahatûyeke demokratîk bibînin û hat gotin ku "Em wek Wezîrên Karên Derva yên G7ê girêdana xwe ya ji bo daxuyaniya ku me di sala 2019an da dabû û tê da piştgiriya xwe ya ji bo guherîna demokratîk, aştiyê destnîşan kiribû û xwestibû ku îxlalên mafên mirovan û suîstimal bên cezakirin teyîd dikin."

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Di hefteyên dawîn da îdiayên dibêjin ku di jimartina dengên hilbijartinê da hîle hatiye kirin hatin rojevê li ser vê yekê li welêt rageşî zêde bibû.

Di 1ê sibatê da Serokdewlet Wîn Myînt, Wezîra Karên Derva û seroka fiîlî ya welêt Aung San Suu Çîî û giregirên Yekîtiya Demokrasiya Neteweyî (NLD) ya partiya îqtidarê hatibûn binçavkirin.

Çend saet piştî binçavkirina mensûbên îqtidarê di daxuyaniya ji ser televîzyona artêşê Myawaddyê da hatibû îlankirin ku artêşê dest daniye ser birêvebiriyê û li welêt ji bo salekê rewşa derasayî (OHAL) hatiye îlankirin.

Sererkan Mîn Aung Hlaîngê ku birêvebiriya welêt hilda ser xwe soz dabû ku piştî xilasiya OHALê dê hilbijartinên demokratîk bên kirin, Seroka NLDyê Suu Çîiyê jî bangî gel kiribû ku dijî derbeyê protesto bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE