Welatên YEyê biryar dan ku ji Rûsyayê kirîna neftê qedexe bikin

Welatên YEyê biryar dan ku ji Rûsyayê kirîna neftê qedexe bikin

Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) pakêta mueyîdeyê ya nû ya ku tê da biryara fermî ya ku ji Rûsyayê îthalkirina neftê qedexe dike pesend kir. 

Di parvekirina ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya fermî ya Fransaya Serokê Heyamê yê YEyê hat dayîn nûnerên welatên endam li Luksemburgê civîn kirin û ragihandin ku pakêta mueyîdeyê ya 6emîn a der barê Rûsyayê da hat pesendkirin, ev buryar dê sibê di Rojnameya Fermî ya YEyê da bê weşandin û bikevin meriyetê. 

Li gor pakêta ku tê da mueyîdeyên nû ji bo Rûsyayê hene dê mal û milkên hin rayedarên ku di êrîşên dijî Ukraynayê da rol lîstin, olîgark û endamên malbatên wan bê rawestandin. Ji bo van kesan dê qedexeya seyahatê bînin. 

Bi rêya behrê ji Rûsyayê kirîna neftê dê bê qedexekirin. 

Heta dawiya îsal dê îthalata nefta ji Rûsyayê ji sedî 92 bê kêmkirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE