Weqfa Alîkariya Îslamî ya Navneteweyî li bakurê Sûriyeyê pergala vejena tavê ava kir

Weqfa Alîkariya Îslamî ya Navneteweyî li bakurê Sûriyeyê pergala vejena tavê ava kir

Weqfa Alîkariya Îslamî ya Navneteweyî (Islamic Relief) li navçeya Ezazê ya li bakurê Sûriyeyê li bajaroka Kelcibrînê ya ku serjimara wê 18 hezar e û lê ceyran tune panêlên tavê bi cî kir.

Weqfê bi projeya ku di 6 mehan da hat temamkirin û maliyeta wê kêmzêde milyonek TL girt li Kelcibrînê pergala vejena tavê ava kir.

Li bajaroka ku 5 hezar û 200 jê kesên ji cihên xwe hatine kirin bi tevahî 18 hezar kes lê dijîn bi saya vejena ku dê bê bidestxistin va dê ji bîran ava vexwarin û avdaniyê jî bê derxistin.

Tê payîn ku pergala vejena tavê ya weqfê li Kelcibrînê ava kir mehên zivistanê ji sedî 55ê hewcehiya vejenê ya bajarokê di mehên havînê da jî ji sedî 100ê hewcehiya vejenê pêk bîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE