Wezareta Ceyranê ya Iraqê: Em ê ji Tirkiyeyê 500 megawat ceyranê îdxal bikin

Wezareta Ceyranê ya Iraqê: Em ê ji Tirkiyeyê 500 megawat ceyranê îdxal bikin

Adil Kerîmê ku peywira Wezareta Ceyranê ya Iraqê wekî wekîl dimeşîne, diyar kir ku ji bo çareserkirina qutbûna ceyranê ya li welêt, ew ê di demeke nêzîk da ji Tirkiyeyê 500 megawat ceyranê bistînin.

Kerîm di têlevîzyona fermî ya dewleta Iraqê da beşdarî bernameyekê bû û li ser qutbûna ceyranê daxuyanî da.

Kerîm diyar kir ku hevdîtinên wan ên ji bo kirîna xaza Qeterê didomin ku li Iraqê xizmeta ceyranê ya pêwîst were dayîn û wiha got, "Heger derfet rê bidin di navbera salekê an jî 15 mehan da mijara kirîna xaza Qeterê dê kuta bibe."

Kerîm da bibîrxistin ku wan digel Erebistana Siûdî jî peymana enerjiyê (ceyran) îmze kir û wiha got, "Em ê weke destpêk ji Erebistana Siûdî 500 megawat ceyranê bistînin û dû ra jî ev dê derkeve 1000 megawatî."

Kerîm her wiha got ku xeta ceyrana ku dê ji Urdinê were jî dê di nava salekê da temam bibe û ew ê ceyrana ku ji vî welatî bistînin, bidin herêmên rojavayê Iraqê.

Kerîm diyar kir ku ji bo dîtina kêmasiyên ceyranê ew ê ji Tirkiyeyê piştgiriyê bistînin û got, "Em ê di demeke nêz da ji Turkiyeyê 500 megawat ceyranê îtxal bikin.

- Kêmasiya xaza Îranê birîna ceyranê zêde dike

Kerîm destnîşan kir ku niha ji Îranê 8 milyon mêtrokup xaz tê û ev têra hilberîna ceyranê nake û wiha pê da çû:

"Ji bo çareserkirina pirsgirêka xaza ji Îranê tê heyeteke ji wezaretê ew ê here Tehranê. Milyarek û 692 milyon dolar deynê Iraqê ji Îranê ra heye. Maliyeta xaza îranê ya li ser Iraqê di salê da ji 4 milyar dolarî kêmtir e. Meha çûyî me ji Îranê megawaytek jî ceyran nestand."

Iraq demeke dirêj e bi pirsgirêka kêmasiya ceyranê ra mijûl e. Li gelek ciyên welêt di rojê da 3 -5 saet ceyran tê dayîn. Gel bi salan e hewcedariya ceyranê bi pere û ji jeneratorên taxan dibînin. Tê zanîn ku jenerator li welêt hewayê pîs dikin û dibin sedema nexweşiyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE