Wezareta Karên Derva bertek nîşanî biryara Îsraîlê da

Wezareta Karên Derva ji bo biryara Wezîrê Parastina Îsraîlê Naftalî Bennetê ku digel dereqanûnîbûnê li cih û warên qedexe çêkirina avahiyan erê dike daxuyanî da û biryar red kir.

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî biryara Îsraîlê da

Wezaretê di daxuyaniya xwe da ragihand ku biryara Wezîrê Parastina Îsraîlê Bennet binpêkirina hiqûqê ya ji hêla Îsraîlê va nîşan dide.

Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ew li cem gelê Filistînê ne û doza wan a heq digirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em careke din vê tevgera Îsraîlê ya ku biryarên Neteweyên Yekbûyî jî tev hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne bi tundî red dikin û careke din dibêjin ku em li cem xwîşk û birayên xwe yên Filistînî û doza mafdar a Filistînê ne."

Hat gotin di vê heyama ku Kovîd-19ê çar aliyê dinyayê hildaye bin tesîra xwe da hewcedarî herî zêde bi aştî û îstiqrarê heye lê Îsraîl di vê heyama hanê da ji bo berjewendiyên siyasî mafên gelê Filistînê xesb dike, zilm û zordariya li Filistînê her ku diçe zêdetir dike.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku sepandinên dereqanûnî yên Îsraîlê û digel dereqanûnîbûnê li cih û warên qedexe çêkirina avahiyan rê li ber fikra çareseriya bi dudewletî digire.

- Biryara Îsraîlê ya li cih û warên qedexe çêkirina avahiyan

Wezîrê Parastina Îsraîlê Bennett ji bo qada Cihûyan a dereqanûnî ya li Şerîeya Rojava biryar da ku bila 7 hezar avahiyên nû bên çêkirin.

Li gor hiqûqa navneteweyî hemû avahiyên Cihûyan ên ku li ser cih û warên di bin dagirkirina Îsraîlê da ne hatine avakirin, dereqanûnî tên hesibandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE