Wezareta Karên Derva gazî Balyozê Amerîkayê kir

Wezareta Karên Derva gazî Balyozê Amerîkayê kir

Piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden der barê bûyerên 1915an da daxuyanî da, ji bo ku biçe Wezareta Karên Derva gazî David Satterfieldê Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê kirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, Balyoz Satterfield ji aliyê Balyoz Sedat Onalê Alîkarê Wezîr va hat qebûlkirin û derbarê daxuyaniyê da "berteka xurt" a Tirkiyeyê jê ra hat gotin.

Ji Satterfieldê Balyoz ra hat gotin ku ev daxuyaniya ku palpişteke wê ya dîrokî û hiqûqî tuneye, nayê qebûlkirin, bi temamî tê redkirin û bi awayê herî xurt hat şermezarkirin.

Her wiha ji Satterfield ra hat gotin ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî va tu hukmê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Biden tuneye, gelê Tirk gelekî bi vê daxuyaniyê êşiya û vê daxuyaniyê di navbera têkiliyan da birîneke kûr vekir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE