Wezareta Karên Navxweyî: Li Vanê "Operasyona Yildirim-10 Norduz" dest pê kir

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji bo ku rêxistina terorê bi temamî ji rojeva welêt were derxistin, ji hêla Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Vanê , "Operasyona Yildirim-10 Norduz" hat destpêkirin.

Wezareta Karên Navxweyî: Li Vanê "Operasyona Yildirim-10 Norduz" dest pê kir

 Ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va li Vanê bi beşdariya 1040 personelî va "Operasyona Yildirim-10 Norduz" hat destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji bo ku rêxistina terorê bi temamî ji rojeva welêt were derxistin, ji hêla Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Vanê , "Operasyona Yildirim-10 Norduz" hat destpêkirin.

Di operasyonê da 1040 personelên ji komandoyên cendirmeyên Fermandariya Cendirmeya Parêzgeha Vanê , Tevgera Taybet a Cendirmeyê JOH, Tengera Taybet a Ewlekariyê POH û gundparêz beşdar in.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku heta niha di çarçoveya operasyonên Yildirim 1-2-3-4-5-6-7-8-9 da 46 terorîst hatin berterfkirin, 23 alîgir hatin girtin, 90 şikeft, stargeh û depo hatin jinavbirin, gelek alavên jiyanê û her wiha çek û teqemenî hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê da her wisa hat diyarkirin ku operasyonên Yildirimê bi piştevaniya gel bi biryar didomin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE