Wezareta Parastina Azerbeycanê: "Ermenistan pabendî agirbestê nabe"

Wezareta Parastina Azerbeycanê: "Ermenistan pabendî agirbestê nabe"

Hat ragihandin ku Ermenistan pabendî agirbesta berwext ku ji bo armancên mirovî hat ragihandin, nabe.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbeycanê da hat destnîşankirin ku hêzên Ermenistanê bi top û hawinan gule berdidin herêmên dewrûbera bajarê Cebraîlê û gundên li keviya Çemê Erez ên ku hatin xilaskirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji eskerên Azerbeycanê ziyana canî tune, bersiva pêwîst bo hêzên Ermenistanê hat dayîn û her wiha artêşa Azerbeycanê li hemû sengerên şer fealiyetên xwe didomîne.

Di daxuyaniyeke din a wezaretê da jî hat ragihandin ku duh berî ku agirbest bikeve dewrê, 2 îstasyonên agirkirina fuzeya pergala dijefiroke ya S-300, 5 tankên T-72, 3 pergalên fuzeyên yên Grad, 2 pergalên roketavêj ên Smerç, obuseke D-20, topeke dijefiroke ya KS-19, 6 wesayîtên muhîmatbarkirî yên artêşa Ermenistanê hatin jinavbirin.

Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku li hemû sengerên şer avantaj di destê artêşa Azerbeycanê da ye.

Agirbesta berwext a ji bo armancên mirovî ya ku Azerbeycan û Ermenistanê li ser li hev kiribûn, îro bi dema herêmê saet 00.00an dest pê kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE