Hat ragihandin ku Ermenistan pabendî agirbesta berwext ku ji bo armancên mirovî hat ragihandin, nabe.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbeycanê da hat destnîşankirin ku hêzên Ermenistanê bi top û hawinan gule berdidin herêmên dewrûbera bajarê Cebraîlê û gundên li keviya Çemê Erez ên ku hatin xilaskirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji eskerên Azerbeycanê ziyana canî tune, bersiva pêwîst bo hêzên Ermenistanê hat dayîn û her wiha artêşa Azerbeycanê li hemû sengerên şer fealiyetên xwe didomîne.
Di daxuyaniyeke din a wezaretê da jî hat ragihandin ku duh berî ku agirbest bikeve dewrê, 2 îstasyonên agirkirina fuzeya pergala dijefiroke ya S-300, 5 tankên T-72, 3 pergalên fuzeyên yên Grad, 2 pergalên roketavêj ên Smerç, obuseke D-20, topeke dijefiroke ya KS-19, 6 wesayîtên muhîmatbarkirî yên artêşa Ermenistanê hatin jinavbirin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku li hemû sengerên şer avantaj di destê artêşa Azerbeycanê da ye.
Agirbesta berwext a ji bo armancên mirovî ya ku Azerbeycan û Ermenistanê li ser li hev kiribûn, îro bi dema herêmê saet 00.00an dest pê kiribû.
AA