Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) li gundên herêma Kaniya aştiyê alîkariya xurek û tenduristiyê da kesên hewcedariya wan heye û rewşa wan nebaş e.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin Hêzên Çekdar ên Tirkan her tim û li her derê alîkariya mirovî dikin, feydeyê didin îstiqrar û aştiya kurewî û bi dilpaqijiya xwe ji dinyayê ra dibin mînak.
Hat gotin li gelê Sûriyeyê yê bêsûc û mezlûm e û li herêma Kaniya Aştiyê li gundên Quleye, Salihiyah, Îsavî û Timişê alîkariya mirovî ya her cure hat kirin.
Hat daxuyandin di vê çarçoveyê da fîlmên karton bi zarokan dan temaşekirin ku rûyê wan bikene, li cihê av kêm e jî bi tankeran va av hat belavkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin Hêzên Çekdar ên Tirkan wê ji vir şûn da jî li herêmê destê xwe dirêjî bêguneh û mezlûman bikin.
AA