Wezareta Parastina Rûsyayê: Em gihîştin sînorên îdarî yên bajarê Luhanskê

Wezareta Parastina Rûsyayê: Em gihîştin sînorên îdarî yên bajarê Luhanskê

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir, artêşa Rûs cih û warê bi navê Popasnayê ya Ukraynayê kir bin kontrola xwe û gihîşt sînorên îdarî yên bajarê Luhanskê.

Berdevkê Wezaretê Konaşenkov der heqê çalakiyên yekîneyên eskerî yên Rûs yên di şerê Ukraynayê de daxuyanî dan.

Konaşenkov diyar kir, yekîneyên taktîk ên şerê asîmanî yê Rûs di şevekê da 16 qadên yekîneyên eskerî yên Ukraynayê ji navê birin, yekîneyên fuze û topan jî li herêma Mikolayîvê 33 navendên komûtayê, 407 qadên yekîneyên eskerî û wesayîtên teknîkî, 5 depoyên muhimat û sotemeniyê û qedera 380 hêzên çekdarên neteweperest hatin îmhekirin.

Konaşenkov got, yekîneyên eskerî yên Rûs û qaşo hêzên Komara Gelê Luhanskê cih û warê bi navê Popasnayê ya Ukraynayê kir bin kontrola xwe û gihîşt sînorên îdarî yên bajarê Luhanskê.

Konaşenkov diyar kir, di encama êrîşan da 13 wesayîtên teknîka eskerî, 12 otomobîlên curbecur, qedera 120 hêzên neteweperest hatin îmhekirin.

Konaşenkov wiha got, "Heta niha bi tevahî 163 balafir, 124 helîkopter, 300 pergala fuzeyê ya parastina asîmanî, 793 drone, 2 hezar û 979 tank û wesayîtên zirxî yên curbecur, 351 roketavêjên pirserî, 1440 topên obus û hawinan û 2 hezar û 789 wesayîtên eskerî yên taybet hatin jinavbirin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE