Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku koma dawîn a eskerên Ukraynayê yên di Fabrîqeya Metalûrjî ya Azovstalê ya li Marîûpolê da bûn jî teslîm hatin hildan.
Konaşenkov der heqê rewşa dawîn a Fabrîqeya Azovstalê da agahî da.
Di axaftina xwe da Konaşenkov bi bîr xist ku ji 21ê Nîsanê vir va ekserên Ukraynayê di fabrîqeyê da bûn û wiha doman: "Qada fabrîqeyê bi tevahî hat valakirin. Cihên şervan lê bûn hatin valakirin û tesîsên bin erdê yên fabrîqeyê bi tevahî ketin kontrola Hêzên Çekdar ên Ûris."
Konaşenkov got ku ji 16ê Gulanê vir va li Azovstalê 2 hezar û 429 eskerên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê teslîm bûn û herî dawîn jî koma ji 531 kesî pêk dihat teslîm bû.
AA