Wezareta Parastina Rûsyayê nûçeya ku Ukraynayê balafireke Ûris daxistiye, derewand û ragihand pergalên parastina hewayî yên li Ukraynayê hatin berterefkirin.
Wezareta Parastina Rûsyayê ji bo nûçeyên der heqê balafireke Ûris ku îdia dikin Ukraynayê daxistiye daxuyanî da û ragihand ew nûçe derew in.
Daxuyanî wiha dewam kir: "Servîsa Ewlehiya Sînor a Ukraynayê li hemberî yekîneyên Ûris nikarin li ber xwe bidin. Pergalên parastina hewayî yên li Ukraynayê hatin berterefkirin."
AA