Wezîr Akar: "Hemû şerê me dijî rêxistina terorê ye"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, "Hemû şerê me dijî rêxistina terorê ye. Divê em hevkariya xwe zêde bikin û bi biryardarî dijî PKKya rêxistina terorê bisekinin."

Wezîr Akar: "Hemû şerê me dijî rêxistina terorê ye"

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: "Hemû şerê me dijî rêxistina terorê ye"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, "Hemû şerê me dijî rêxistina terorê ye. Divê em hevkariya xwe zêde bikin û bi biryardarî dijî PKKya rêxistina terorê bisekinin."

Hulusî Akar bi Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û Mesûd Barzaniyê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê ra axivî.

Akar tevî heyeta ku Sererkan Orgeneral Yaşar Guler jî di nav da piştî serdana xwe ya li Bexdayê duh êvarê hat Hewlêrê.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û heyeta pê ra pêşiyê bi Mesûd Barzaniyê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê ra axivî.

Akarê destnîşan kir ku ji bona li Hewlêrê ye kêfxweş e û wiha got, "Hemû şerê me dijî rêxistina terorê ye. Divê em hevkariya xwe zêde bikin û bi biryardarî dijî PKKya rêxistina terorê bisekinin."

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar diyar kir armanca wan ew e ku di nav yêkîtî û hevkariyê da pirsgirêka PKKya rêxistina terorê ji holê rakin û bi cînarên xwe ra di nav hizûrê da bijîn.

Akar û Orgeneral Guler piştî hevdîtina bi Mesûd Barzanî ra derbasî serokwezîriyê û bi Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ra axivîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE