Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler va ji bo ziyareteke fermî hat Bexdaya paytextê Iraqê.
Akar wê ewil here Wezareta Parastinê ya Iraqê û wê ji hêla Wezîrê Parastinê Cuma Anad va bi merasimeke eskerî va bê pêşwazîkirin.
Wezîr Akar û Orgeneral Guler wê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî, Wezîrê Karên Navxweyî Osman Genimî ra hevdîtinan bikin.
Hat ragihandin mijara sereke ya ziyareta Akar di têkoşîna dijî terorê da hevkariya Türkiye û Iraqê ye.
AA