Wezîrê Berevaniya DYAyê Esper: "Gelek kes difikirin ku teqîna li Beyrûtê qeza ye"

Mark Esper derbarê teqîna li Beyrûtê got, "Gelek kes difikirin ku teqîna li Beyrûtê qeza ye."

Wezîrê Berevaniya DYAyê Esper: "Gelek kes difikirin ku teqîna li Beyrûtê qeza ye"

Wezîrê Berevaniya DYAyê Mark Esper ragihand ku gelek kes difikirin ku teqîna bi şîdet a duh li Beyrûtê çêbû, "qeza ye".

Esper li ser înternetê beşdarî konferansa asayişa salane ya ku ji aliyê Enstîtuya Aspenê tê li dar xistin, bû û daxuyanî dan.

Mark Esper derbarê teqîna li Beyrûtê got, "Gelek kes difikirin ku teqîna li Beyrûtê qeza ye."

Esper tekezî li wê yekê kir ku nuha di destê wan de derbarê sedema teqînê de tiştek nîn e û pêvajoya berhevkirina agahiyan didome.

Esper bûyer weke "trajêdiyeke eşkere"  binav kir û anî ziman ku ji bo pêşniyaza alîkariyê digel hikûmeta Libnanê di têkiliyê de ne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE