Wezîr Çavuşoglu û Azîz Sancar hatin bal hevdu

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Amerîkayê bi zanyar Azîz Sîncar û welatiyên Tirk ra hat bal hevdu

Wezîr Çavuşoglu û Azîz Sancar hatin bal hevdu

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Amerîkaya ku ji ber hin hevdîtinên fermî çûbû bi Azîz Sancarê xwedî xelata nobelê ra jî hevdîtinek pêk anî.

Wezîr Çavuşoglu piştî ziyaretên xwe yên li New York, Washîngton û Mîamiyê hate Carolînaya Bakur.

Çavuşoglu li vir bi zanyar Azîz Sancar û jina wî Gewn Sancar ra hat bal hevdu, bi wan ra li ser xebatên zanistî û yên li zanîngehê sohbet kir.

Piştî sohbetê Çavuşoglu laboratuvara Zanîngeha Carolînaya Bakur a ku Sîncar jî lê wezîfedar e ziyaret kir, li wir bi xwendekaran ra eleqedar bû.

Çavuşoglu der barê Mala Tirkan a demek berê di bin banê Weqfa Sancar da hatiye vekirin da agahî hilda.

- Bi welatî û xwendekaran ra sohbet kir

Wezîr Çavuşoglu ji bilî xwendekaran bi welatiyên Tirk ra jî sohbet kir û wiha axivî:"Armanca hatina me ya li vir Azîz Sîncarê şanaziya dinyaya Tirk û gelê Tirk dîtin bû. Me îro ev şanazî pêk anî. Azîz Xoce mezinekî me yê pir biqîmet e, cihê jê hatiye û nirxên ji cihê ku lê hatiye qet ji bîr nake."

Çavuşoglu careke din Azîz Sancar pîroz kir û got ew him ji xwendekarên Tirk û him jî xwendekarên gelên din ra mînakekî baş e.

Der barê têkiliyên Tirk û Amerîkiyan da jî Çavuşoglu got li ser hin mijaran wan hevdu kiriye, lê li ser hin mijaran jî wan hevdu nekiriye û wiha dewam kir: "Ji bo ku em pirsgirêkên di navbera me da kêm bikin dixebitin."

Piştî ziyaretê Çavuşoglu ji bo ku herê Tirkiyeyê ji Carolînaya Bakur veqetiya.

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE