Wezîrê Fransayî Le Drian bi Barzanî re civiya

Wezîrê Fransayî Le Drian bi Barzanî re civiya

Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li Parîsa paytextê Fransayê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ra hat cem hev.

Di daxuyaniya li ser hesabê Serokatiya Herêma Kurdistanê ya medyaya civakî da hat destnîşankirin ku Barzanî li Parîsê bi Le Drian ra hevdîtin pêk anî.

Barzanî berî vê li Qesra Elysee digel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hatibû cem hev.

Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser hevdîtinê da diyar kiribû, ew kêfxweş bû ku ew bi Macron ra hat cem hev û her wiha ji ber piştevaniya Fransayê ya ji bo herêmê, sipasiya Macron kiribû.

Barzanî her wisa destnîşan kiribû ku di hevdîtinê da ew li ser peywendiyên dualî û mijarên herêmî rawestiyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE