Wezîrê Karê Derve yê Pakistanê piştgirî da têza Tirkî ya derbarê bûyerên 1915an

Wezîrê Karê Derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî li hember binavkirina bûyerên 1915an weke "qirkirinê" ji aliyê Serokê DYAyê Joe Biden, piştgirî da têza Tirkî.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitendin, Qureyşî peywendiyeke telefonê digel Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu encam da.

Qureyşî di peywendiyê de ji Wezîr Çavuşoglu re got ku li hember binavkirina bûyerên 1915an weke "qirkirinê" ji aliyê Serokê DYAyê Joe Biden, ew piştgiriyê didin têza Tirkî.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Pakistanê jî Berdevkê Wezareta Karê Derve Zahid Hafiz Çawdûrî got ku rêveberiya Îslamabadê bal kişandiye ser daxuyaniyên hinek hikûmetan yên derbarê bûyerên 1915an û destnîşan kiriye ew nêzîkbûnên yekalî û polkirinên siyasî yê li hember bûyerên dîrokî, dê pêbaweriya di navbera gelan de bihejîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE