Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li Hewlêrê ye

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê da piştî paytext Bexda û Besrayê, hat Hewlêrê

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li Hewlêrê ye

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê da piştî paytext Bexda û Besrayê, hat Hewlêrê.

Çavuşoglu li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, Berdevkê Hikûmeta HKIyê Sefîn Dizeyî, Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay û rayedarên din va hat pêşwazîkirin.

Tê payîn ku Wezîr Çavuşoglu wê di çarçoveya ziyareta xwe ya Hewlêrê da îro bi Serokwezîrê HKIyê Barzanî, bi Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê HKIyê Qubat Talabanî û nûnerên siyasî yên Tirkmen ên li Hewlêrê ra hevdîtinê bike.

Çavuşoglu duh li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, hevkarê xwe Mihemed Elî el-Hekîm, Serokê Meclisa Iraqê Mihemed el-Helbûsî û parlamenterên Tirkmen ra hevdîtin kiribû. Wezîr Çavuşoglu paşê li Besrayê bi Walî Esad el-Îdanî ra jî hevdîtin kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE