Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Romayê digel Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Parastinê yê Libnanê Zeyne Aker, Wezîrê Karên Derva yê Holandayê Sigrid Kaag û Wezîrê Karên Derva yê Awistiryayê Alexander Schallenberg hat cem hev.
Çavuşogluyê ku li Romayê beşdariya Civîna Wezîrên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DEAŞê ya bi mazûvaniya Îtalyayê kir, di çarçoveya civînan da hevdîtinên rûbirû jî pêk anîn.
Wezîr Çavuşoglu di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê de diyar kir ku ew digel Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Parastinê yê Libnanê Zeyne Aker, Wezîrê Karên Derva yê Holandayê Sigrid Kaag û Wezîrê Karên Derva yê Awistiryayê Alexander Schallenberg hatin cem hev.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, hevdîtinên Wezîr Çavuşoglu yên di çarçoveya civîna navborî da dê bidomin.
AA