Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Faysal Bîn Ferhan El Sûîd daxuyand têkiliyê wan yên bi Türkiyeyê ra gelekî baş e.
El Siûd bi rêya vîdeo konferansê beşdarî vekirina Civîna Serokên G20î ya ku li paytext Riyadê tê lidarxistin bû.
Di navbera rûniştinên civînê da El Siûd daxuyanî da ajansa nûçeyan a Reutersê û wiha got: "Tu daneyeke nîşan bide ber û berhemên Türkiyeyê bi awayekî nefermî tên boykotkirin tune. Têkiliyên me yên bi Türkiyeyê ra gelekî baş in"
El Siûd got Erebistana Siûdî rêyekê digere ku lihevnekirina bi Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE), Misir, Behreyn û Qeterê ra çareser bike.
Beriya Civîna Serokên G20î Qralê Erebistana Siûdî Selman Bîn Ebdulezîz û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê axivîbûn.
AA