Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê Mnatsakanyan îstifa kir

Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê Mnatsakanyan îstifa kir

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan îstifa kir.

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Ermenistanê Anna Naghdalyanê di daxuyaniya xwe ya li ser Facebookê da ragihand ku Mnatsakanyan îstifa kir.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di daxuyaniya xwe ya îro da îdia kiribû ku berî şerê li Qerebaxê ew yek hatibû pêşniyazkirin ku Şûşa jî di navê da hin herêman bidin Azerbeycanê.

Berdevka Wezareta Karên Derva Naghdalyanê jî Paşînyan derewandibû û îdia kiribû ku mijara radestkirina Şûşayê bo Azerbeycanê di tu qonaxeke mizakereyên Qerebaxê da nehat rojevê.

Piştî daxuyaniyên navborî, Paşînyan ragihandibû ku wî biryar sitand ku dawiyê li peywira Mnatsakanyan bîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE