Wezîrê Karên Derva yê Iraqê û hevkarê wî yê Fransî hatin bal hev

Wezîrê Karên Derva yê Iraqê li Bexdayê bi hevkarê xwe yê Fransî ra hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derva yê Iraqê û hevkarê wî yê Fransî hatin bal hev

Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyîn bi Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drianê ku Bexdayê ziyaret dike ra hevdîtin kir û li ser rewşa DEAŞiyên ku welatiyên Fransayê ne û li ser têkiliyên eskerî yên navbera herdu welatan sekinîn. 

Huseyîn piştî ku li avahiya Wezareta Karên Derva ya li Bexdayê bi hevkarê xwe yê Fransî Le Drian ra hevdîtin kir, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Huseyîn got, "Em di hevdîtinê da li ser rageşiya li herêmê û mijarên girîng ên din sekinîn. Me veberhênanên ku şirketên Fransî li Iraqê dikin û têkiliyên eskerî yên navbera herdu welatan jî nirxand." 

Wezîrê Karên Derva yê Iraqê diyar kir ku li dijî terora li welêt têkoşîn didome û got, "Em û Wezîr Jean-Yves Le Drian li ser rewşa DEAŞiyên ku welatiyên Fransayê ne û li vê derê di girtîgehan da ne jî sekinîn."

Wezîrê Fransî jî wiha axivî: "Ziyareta me ya Bexdayê ji bo piştgirîdayîna hikûmet ye ku bi talûkeyan ra rûbirû ye. Em dijî DEAŞê piştgiriya hêzên asayîşê yên Iraqê dikin û em li hemberî dijmin (DEAŞ) tawîzê nedin."

Le Drian diyar kir ku ew dixwazin Iraq vegera rola xwe ya "unsûrê hevsengiyê" yê li Rojhilata Navîn û ew dixwazin desthilatdariya welêt were parastin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE