Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf îstifa kir

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand wî îstifa kiriye

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf îstifa kir

 Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyand wî dev ji wezîfeya xwe berdaye.

Zarîf di peyama xwe da wiha got: "Ez spasiya gelê ezîz û wêrek ê Îranê, rayedarên biqîmet ên ku 47 mehan nezaket nîşanî min dan, dikim. Ji ber wezîfe û xizmetên ku min di dema wezîfeya xwe da nekirin bi dil û can ez lêborîna xwe dixwazim. Biminîn di nav xêr xweşiyê da."

Ebas Museviyê Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê daxuyanî da ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê û îstifaya Zerîf piştrast kir.

Der barê îstifaya Zerîf da hê tu daxuyanî nehat dayîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE