Hat ragihandin ku li Sûriyeyê Wezîrê Karên Derva yê rejima Beşar Esed, Welîd Mielim mir.
Li gorî nûçeya lezgîn a ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê, Wezîrê Karên Derva yê rejimê Mielim mir.
Di nûçeyê da li ser sedema mirina Mielim agahî nehat dayîn.
Mielimê 79 salî ji 11ê Sibata 2006an vir va peywira wezîrtiya karên derva ya rejimê didomand.
Mielim di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da yek ji alîgirên herî mezin ên rejima Esed bû.
Mielimê ku 1941an li paytext Şamê hat dinyayê, salên 1990-1999an jî wekî balyozê Sûriyeyê li Amerîkayê peywir kiribû
AA