Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê: "Di navbeynkariyê da welatê herî serkeftî Türkiye bû"

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê: "Di navbeynkariyê da welatê herî serkeftî Türkiye bû"

Wezîrê Karên DervaUkraynayê Dmîtro Kuleba li Foruma Aboriyê ya Dinyayê (WEF) ya ku wek Lûtkeya Davosê jî tê zanîn civîneke çapemeniyê li dar xist.

Kuleba der barê navbeynkariya Türkiyeyê ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê da  wiha got: "Türkiye ji wan welatên bi armancên cuda teklîfa navbeynkariyê dikirin yek bû. Türkiye bû ya herî serkeftî. Mizakereya heyetên Ukrayna û Rûsyayê yên li Stenbolê di pêvajoya mizakereyê da asta herî bilind bû."

Kuleba anî ziman piştî civîna Stenbolê mizakere têk çûn, nayê bîra wî ku koma xebatê ya di navbera her du welatan da mizakereyê dike herî dawîn kingê civiya.

Kuleba got Rûsya her tim dibêje "Hewcedariya Ukraynayê bo dîplomasiyê tune, Ukranya naxwaze bi me ra biaxive, lê ev daxuyanî ne rast in."

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn biryarek îmze kir ku kesên li Herson û Zaporijyaya herêmên Ukraynayê dijîn bikaribin hêsantir bibin welatiyên Rûsyayê ku Kuleba bertek nîşanî vê biryarê da û got: "Heke hûn mizakereyeke niyeta wê baş bixwazin, hûn divê tiştên wiha nekin. Evqas hêsan e."

- "Xeyala me tankên Leopardê yên Almanyayê ne"

Li ser pirseke rojnamevanê Alman Kuleba got ji bo serkeftinê hewcedariya wan bi çekên giran heye.

Kuleba anî ziman tankên Marder û Leopard ên Almanyayê divê ji bo Ukraynayê bên şandin û wiha axivî: "Helbet xeyala me tankên Leopardê yên Almanyayê ne, lê ji bo niha îhtimalek tune."

Kuleba bi bîr xist ku her şer bi rêya dîplomasiyê dawî dibe, lê Rûsya bi tank, top û balafirên xwe hê jî êrîşî Ukraynayê dike.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE