Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Kuleba: "Hevdîtinê bi saya Çavuşoglu were kirin"

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Kuleba: "Hevdîtinê bi saya Çavuşoglu were kirin"

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba diyar kir ku hevdîtina tê pîlankirin di 10ê adarê da bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra werekirin bi taybetî bi saya Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu wê were kirin.

Li gor xebera Unîana ajansa xeberan a Ukraynayê Wezîr Kuleba di weşana zindî ya teoevizyonê da daxuyanî da û diyar kir ku w êbi Lavrov ra li maseya mizakereyê rûnê.

Kuleba wiha axivî: "Hevdîtina tê pîlankirin di 10ê adarê da werekirin bi taybetî bi saya Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu wê were kirin. Ez nizanim gelê (Serokomar Recep Tayyîp) Erdogan (Serokê Rûsyayê Vladîmîr) Putîn qanî kir an Çavuşoglu qanî qanî kir lêbelê hevdîtinê were kirin.

Kuleba got Lavrov du sal e ji hevdîtinên rûbirû û formata Çarên Normandiyayê direve û pê ra nayê ba hevb û wiha pê da çû: "NIha bi carekî qebûl kir, dibe ku dixwaze tişetkê bêje. Em ê Lavrov guhdarî bikin lêbelê em ê ji hişê xwe dernexin ku berpirsyarekê êrîşên Rûsyayê yên dijî Ukraynayê jî Lavrov e û wiha pê ra biaxivin."

Kuleba li pirsa dibêje gelo di hevdîtinê da mijara Qirimê û Donbasê jî were rojevê got welatê wan di wê pozîsyonê da nîne ku dev tiştekê berde.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE