Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva yê Venezuelayê Jorge Arreaza dê sibê were Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat destnîşankirin ku Wezîr Arreaza dê 1ê Nîsanê were Tirkiyeyê.
Di daxuyaniyê da herwisa hat diyarkirin, tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinan da ligel peywendiyên dualî yên Tirkiye-Venezuelayê, mijarên aktuel, herêmî û navneteweyî dê bên gotûbêjkirin.
AA