Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba bi mebesta beşdariya civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Rûsya-Ukrayna-Tirkiyeyê ku biryar e îro li Antalyayê bê lidarxistin hatin Antalyayê.
Balafira taybet a ku Lavrov û heyeta Rûs tê de bûn daket Balafirgeha Antalyayê û heyet ji bo hêwirînê li Serîka navçeya Antalyayê derbasî Otêla Ragnum Caryayê ya 5 stêrk ku li Navenda Turîzmê ya Belekê ye bû.
Herwiha balafira taybet a ku Kuleba û heyeta Ukraynayê tê de bûn jî daket Balafirgeha Antalyayê û heyet ji bo hêwirînê derbasî Otêla Ragnum Caryayê bû.
Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Lavrov û Kuleba dê îro li wê otêlê bicivin.