Wezîrê Parastina Amerîkayê Esper got: ew ê ji Iraqê venekişin

"Ji bo vekişîna ji Iraqê tu biryar tuneye. Em nizanin ka name çi ye, em li ser nameyê lêkolînê dikin. Lêbelê ji bo vekişînê tu biryar an jî planeke me tuneye"

Wezîrê Parastina Amerîkayê Esper got: ew ê ji Iraqê venekişin

Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper ji bo nameya ku li ser medyaya civakî belav bû û îdia dike ku Amerîkayê ji hikûmeta Iraqê ra ragihand ku ew ê eskerên xwe vekişînin, diyar kir ku derew e û wiha got, "Em ji Iraqê venakişin, plana me ya vekişînê jî tuneye. Em li ser nameyê lêkolînê dikin."

Wezîr Esper tevî Sererkan Orgeneral Mark Milley li Pentagonê ligel rojnamegeran hat cem hev.

Esper diyar kir ku ji bo teqwiyeyê Amerîkayê esker şiqitandin herêmê û herwiha ji bo nameya ku li ser medyaya civakî digere jî wiha got, "Ji bo vekişîna ji Iraqê tu biryar tuneye. Em nizanin ka name çi ye, em li ser nameyê lêkolînê dikin. Lêbelê ji bo vekişînê tu biryar an jî planeke me tuneye."

Esper herwiha li ser nameyê got, "Em li herêmê hêzên xwe jinûva bicih dikin. Ji vê yekê wêdatir, min ev name carekê xwend. Ez nikarim der heqê derbasdariya nameyê da ji we ra tiştekî bêjim, lêbelê ez dikarim ji we ra vê yekê bêjim ku name ne li gorî pozîsyona me ye."

Sererkan Orgeneral Mark Milley ku piştî civîna çapemeniyê derbasî Ofîsa Çapemeniyê bû jî wiha xeberda, "Min niha bi Fermandarê CENTCOMê Orgeneral (Kenneth) McKenzie ra xeberda. Got, 'Name bi temamî bêîmze ye, reşnivîs e û îfadeyên çewt hatine emilandin. Ji bo ku der heqê liv û lebata hêzan da zanyariyê bide, dê ji bo peywirdarên payebilind ên Iraqî ra bihata şandin. Peyvên xelet hatine hilbijartin, xeletî çêbûye."

Hatibû îdakirin ku Fermandarê Hêza Peywira Iraqê ya Amerîkayê ji hikûmeta Iraqê ra name nivîsî û ragihand ku ew ê li ser teleba Parlamento û Serokwezîriya Iraqê ji vî welatî vekişin.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE