Wezîrê Parastina Neteweyî (WPN) Hulusî Akar û Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî hevdîtin kirin.
Akarê ji ber Konferansa Ewlehiya Munîhê hatibû Almanyayê hevdîtinên dualî kir.
Di çarçoveya konferansê da Akar di Forûma Înovasyon û Polîtîkayên Parastinê da axivî û paşê jî bi Serokê HKIyê Barzanî re hat bal hev.
Di hevdîtinê da mijarên wek têkîliyên dualî yên navbera Tirkiye û HKIyê, aramiya herêmê, pêkanîna aştî û îstiqrarê hatin qisekirin. Akar bal kişand ser hevkariya têkoşîna dijî terorê û ragihand ku Tirkiye ji bo dawî li terorê bîne biryardar e.
AA