Hat ragihandin Wezîrê Pîşesazî, Maden û Ticaretê yê Îranê Riza Rehmanî jî bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketiye.
Li gor nûçeya malpera nûçeyan a "Asriran"ê ya ku li Îranê weşanê dike di Rehmanî da jî vîrusa koronayê hat tespîtkirin.
Rehmanî ewil li Nexweşxaneya Îmam Huseynî ya li Tehranê hat tedawîkirin û paşê wî rakirin nexweşxaneyeke din.
Hat ragihandin rewşa Rehmanî li gor rojên ewil baştir e.
Li Îranê 77 kes ji ber Kovîd-19yê mirin, 2 hezar û 336 kes jî bi vê nexweşiyê ketin.
Alîkara Serokomar Mesûme Îbtîqar, Alîkarî Wezîrê Tenduristiyê Îreç Herîrçî û 23 parlamenter jî bi vîrusa koronayê ketin.
Balyozê Vatîkanê yê berê Hucetûlîslam Hadî Husrewşahî û Endamê Konseya Teşhîsê ya Meslahata Pergalê Mihemed Mîrmihemedî jî ji ber vîrûsê mirîbûn.
AA