Hat ragihandin Wezîrê Rewşên Acîl yê Rûsyayê Yevgeniy Zînîçev di dema tetbîqatekê da mir.
Di daxuyaniya Wezareta Rewşên Acîl ya Rûsyayê da hat gotin Yevgeniy Zînîçev li bajarê Norîlskê dema di tetbîqateke ji bo parastina rewşên acil a herêma Arktîkê dihat kirin da hewl dida jiyana kesekî xelas bike mir.
Zînîçev di 18ê Tebaxa1966an da hat dinyayê di gelek saziyên ewlehiyê yên Rûsyayê da xebitî.
Yevgeniy Zînîçev ji sala 2018an vir va wek Wezîrê Rewşên Acîl dixebitî.
AA