Wezîrê Tendirustiyê yê HKIyê daxwaz kir ku yên Îranê bên têkevin karantînayê

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Saman Berzencî piştî ku ji ber cura nû ya vîrusa coronayê (Kovîd-19) 2 kes li Îranê mirin, daxwaz kir ku yên ji wî welatî bên, bila maweya 14 rojan di karantînayê de bimînin û îzna ziyaretên nû bo Îranê neyên dayîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku bi îmzaya Wezîr Berzencî hat weşandin de ji Wezareta Tendirustiyê ya HKIyê daxwaza wê yekê hat ku li hember Kovîd-19ê hinek tedbîr bên sitendin.

Berzancî bangawaziya wê yekê jî kir ku bila heta ragihandineke din îzna hatina welatiyên Îranê bo HKIyê neyê dayîn û herwiha heyetên dîplomatîk yên ku ji wî welatî werin jî bila di kontrola tendirustiyê re derbas bin.

Wezîr Berzencî anîziman ku bila heta maweyekê jî îzna Welatiyên Iraqê bo çûna Îranê neyê dayîn û daxwaz jî kir ku welatiyên Iraqî yên ku haliyen li Îranê ne, ji vê sepanê muaf bên girtin, lê dema vegeriyan welêt pêdivê maweya 14 rojan di bin çavdêriya doktor de di karantînayê de bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE