Wezîra Çandê ya Rûsyayê bi Kovîd-19ê ket

Hat ragihandin ku bi Olga Lyubîmovaya Wezîra Çandê ya Rûsyayê ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin.

Wezîra Çandê ya Rûsyayê bi Kovîd-19ê ket

 Hat ragihandin ku bi Olga Lyubîmovaya Wezîra Çandê ya Rûsyayê ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin.

Anna Usaçyovaya ji serwêsa çapemeniyê ya wezaretê ragihand ku testa Kovîd-19ê ya Lyunîmovayê pozîtîf derket.

Usaçyova ragihand ku rewşa Lyubîmova giran nîne û got ku "Werîz demek dirêj e li male û bi rêya vîdeokonsferansê civînan dike."

Bi Serokwezîrê Rûsyayê Mîhaîl Mîşustîn û Wezîrê Înşeatê Vladîmîr Yakuşev ra jî Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin. Mîşustîn û Yakuşev li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Di daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê da hatibû ragihandin ku di 24 saetên dawîn da bi 10 hezar û 559 kesên din ra Kovîd-19 hat dîtin û jimara waqieyan derket 165 hezar û 929an, jimara miriyan 86 zêde bû û derket 1537an, jimara kesên baş bûn jî 1462 zêde bû û derket 21 hezar û 327an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE